Ferhat Tûnç: Partiya Çepên Kesk wê bi xwe re biharê bîne

Hunermend Ferhat Tûnç, got: ‘’Em Partiya Çepên Kesk bi awayekê xurt bişînin meclisê, Kemal Kiliçdaroglû bikin serokkomarê nû yê welêt.’’

Hunermend Ferhat Tûnç, ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê peyameke bi vîdeo weşand.

Peyama Tûnç wiha ye: ‘’Ev hilbijartin dîrokî û krîtîk in. Dibe ku ev gotin di her hilbijartinê de ji bo motîvekirinê hatibe gotin, lê vê care diyar e ku ne ji wê boneyê ye. Ev hilbijartin di navbeyna demokrasî û faşîzmê, hilbijartina tarî û ronahiyê, heq û neheqiyê, ked û diziyê de ye. Divê vê hilbijartinê Partiya Çepên Kesk bi ser bikeve.’’

‘ÇEPÊN KESK AZADÎ, EDALET Û ARAMÎ YE’

Ferthat Tûnç got: "Partiya Çepên Kesk, partiya hemû gel û baweriyan e û di çareserkirina pirsgirêka Kurd de rolê wê gelek e. Mixabin bêyî ku pirsgirêka Kurd çareser bibe, dor nayê ser tu pirsgirêkê. Dagirtina sindoqan bi dengên Partiya Çepên Kesk, tê wateya welatekê mişt azadî, edalet û aramî. Lewra heta mirov xwe negihîne rastiyên ku Partiya Çepên Kesk ji xwe re kirine armanc, wê aramî li welêt çênebe. Me dît ku gel çawa bi rageşî û pergala antîdemokratîk xizan dibin.’’

Hunermend Ferhat Tûnç, peyama xwe wiha bi dawî kiriye: ‘’Em, Partiya Çepên Kesk bi awayekê xurt bişînin meclisê, Kemal Kiliçdaroglû bikin serokkomarê nû yê welêt. 14’ê Gulanê wê roj ji nû ve hil bê.’’